• Monday, 23 February 2026
logo

Erdogan: Dema em bixwazin em dê biçin Mûsilê

Gulan Media October 20, 2016 Nûçe
Erdogan: Dema em bixwazin em dê biçin Mûsilê
Duh 19 Cotmehê, Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragehand ku, welatê wî ligel Amerîka rêkeftiye li ser çûna nav Mûsilê çi dema ku ew bixwazin.

Recep Tayyip Erdogan ragehand: “Enqera amadeya bi eşkere û zelalî beşdarî şerê Mûsilê bibie jibo heman armancan ku artêşa Tirkiyê pê derbasî Sûriyê bû.”

Daxuyaniyên Erdogan di demekê de ye heta niha nakokî li ser beşdarbûna Tirkiyê di şerê Mûsilê de heye, herwiha li ser hebûna hêza Tirkiyê li Başîka.

Erdogan amaje bi wê yekê jî kir û got: “Tirkiyê namîne heta ku, metirsî li ser wê çêbibe û trorîst bighên ber deriyê wê, lêbelê em dê biçin şerê wan û ew li kubin em dê şerê wan bikin.”

Erdogan axaftina xwe arasteyî Iraqê kir û got: “Ti demekê dostekî wek Tirkiyê bidest we nakeve, lêbelê heger hûn azariyê bikin hûn dê wî dostî ji dest bibdin, lewma em dibêjin em dê di şer debin û em dê li ser mêza gotûbêjan jî de bin.”

Rudaw
Top