• Monday, 23 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştîmaniya Iraqê kir

Gulan Media October 20, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştîmaniya Iraqê kir
Duh çarşem 19/10/2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Fale Feyaz Şêwirmendê Asayîşa Niştîmaniya Iraqê kir.

Li hevdîtinê de qonaxa yekema proseya azad kirina Mûsilê xistin ber behs û serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Artêşa Iraqê li operasyonê da bilind hate nirxandin ku li sayeya wê asta bilind hemahengî û hevkariya di navbera her dû aliyan bi dest ve hatiye.

Her wiha tekez kirin ku ew hemahengî û hevkarî li qonaxên pêş de jî û li hemû astan da berdewam dibe.

Top