• Monday, 23 February 2026
logo

Koçberên Mûsilê li ser sînorê Sûriyê ne

Gulan Media October 19, 2016 Nûçe
Koçberên Mûsilê li ser sînorê Sûriyê ne
Xelkê Mûsilê jiber şer û lêdanên giran navçeyên xwe bicih hiştine û berê xwe dane sînorê navbera Iraq û Sûriyê.

Nêzîkê 2 hezar koçberên Mûsilê li ser sînorin û çaverê ne ku derbasî nav xaka Sûriyê bibin. Koçberên Mûsilê behsa zehmetiyên xwe dikin, ku bi sedema DAIŞ û şer ew birçî û bêserûşûn mane.

Xelkên ku navçeyên wan nearam in, li çol û beyaran, li ber tîrêja rokê û li bin xêvetan çavên xwe li çareseriyeke zû digerîin.

Keçberekî Iraqî ji Mûsilê dibêje, “Em 16 kes bûn. Me pars kir heta ku me malbata xwe bi saxlemî rizgar kir. Nêzîkî 62 wereqeyan ji me standin. Wate nêzîkî 6 Hezar û 200 dolar. Spas ji Xwedê re, niha birîndareke me heye. DAIŞê bi hawinan li me da. Dîsa jî em dibêjin spas ji Xwedê re. Em dixwazin wê derbasî Sûriyê bikin ji bo çareseriya tendirustî jê re bibe, lê kesekî li me jî nenerî.”

Neteweyên Yekbûyî îsal behsa nêzîkî 50-60 hezar koçberên Iraqî dikin ku dibe ji Mûsilê birevin ber bi Sûriyê ve. Lê li gorî gotina van koçberan hêj ti alîkarî bi wan re nebûye. Bi taybetî li Kapma Holê ku bi 5 kîlometreyan ji sînorê Iraqê dûr e û bi 40 kîlometreyan dikeve rojhilatê Hesekê.

Koçberên Mûsilê li derveyî bajarê xwe, li ser sînor kom dibin. Li gorî zanyariyên nû, nêzîkî 2 hezar koçberî hene. Di nav wan de zarok, jin, nexweş, pîr û kal hene, li çareyekê digerin.

Rudaw
Top