• Monday, 23 February 2026
logo

Wezîrê neftê yê Iraqê wê serdana Herêma Kurdistanê bike

Gulan Media October 19, 2016 Nûçe
Wezîrê neftê yê Iraqê wê serdana Herêma Kurdistanê bike
Wezîrê neftê yê Iraqê ragehand ku wê serdana Herêma Kurdistanê bike û rêkeftina neftê jî wê bê çalak kirin.

Îro 19.10.2016ê wezîrê neftê yê Iraqê Ebdulcebar Lêbî ji çapemeniya Iraqê re ragehand ku tu nakokiyek di navbera Hewlêr û Bexda de derbarê henardekirina neftê de nemaye.

Ebdulcebar Lêbî ragehand, ku heftiya pêş wê serdana Hewlêrê bike û li gel wezîrê saman û sirûştên Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî û berpirsên din ên payebilind ên herêma Kurdistanê wê gotûbêjên çalakkirina rêkeftina neftê ya sala 2014ê bikin.

Li gor rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya sala 2014ê, pêwîste hikûmeta herêma Kurdistanê rojane 150 hezar bermîlên neftê radestî hikûmeta Iraqê bike û li hember wê yekê jî hikûmeta Iraqê mehane 500 milyona dolar pare wê bo Hewlêrê birêbike.

Basnews
Top