Wezîrê neftê yê Iraqê wê serdana Herêma Kurdistanê bike
Îro 19.10.2016ê wezîrê neftê yê Iraqê Ebdulcebar Lêbî ji çapemeniya Iraqê re ragehand ku tu nakokiyek di navbera Hewlêr û Bexda de derbarê henardekirina neftê de nemaye.
Ebdulcebar Lêbî ragehand, ku heftiya pêş wê serdana Hewlêrê bike û li gel wezîrê saman û sirûştên Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî û berpirsên din ên payebilind ên herêma Kurdistanê wê gotûbêjên çalakkirina rêkeftina neftê ya sala 2014ê bikin.
Li gor rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya sala 2014ê, pêwîste hikûmeta herêma Kurdistanê rojane 150 hezar bermîlên neftê radestî hikûmeta Iraqê bike û li hember wê yekê jî hikûmeta Iraqê mehane 500 milyona dolar pare wê bo Hewlêrê birêbike.
Basnews
