Demîrtaş gazî Erdogan kir: Destpêkê Entabê ji DAIŞê bistîne paşê Mûsilê!
Selahedîn Demîrtaş, duh di civîna firaksiyona partiya xwe de rojeva Tirkiyê nirxand. Demîrtaş li hember hewlên Tirkiyê bi taybet serokomarê wî welatî bo tevlîbûna di şerê Mûsilê de nerazîbûn nîşan da û got, hûn destpêkê bajarê Entabê ji DAIŞê paqij bikin paşê Mûsilê paqij bikin! Ji ber ku hinek taxên Entabê di destê DAIŞê de ne û dewlet newêre bikeve wan taxan.
Demîrtaş derheqê mijara serokatiya Tirkiyê de jî bi zimanekî henekî rexne kir û ji Erdogan re got: Eger tu dixwazî îlla bibî serokê dewletekî bibe serokê Dewlet Bahçelî (serokê MHPê), jixwe ew her gav li pey te ye!
Serokê MHPê Dewlet Bahçelî gotibû, MHP amade ye piştgirî bide sîstema serokatiyê ya ku ji aliyê AKPê ve ketiye rojevê.
Basnews
