• Monday, 23 February 2026
logo

OPERAYONA MÛSILÊ - Şerê giran dest pê kir!

Gulan Media October 19, 2016 Nûçe
OPERAYONA MÛSILÊ - Şerê giran dest pê kir!
Di sêyemîn roja operasyona Mûsilê de li başûr û rojhilat û başûrê Mûsilê di navbera artêşa Iraqê çekdarên DAIŞê de şerekî giran diqewime.

Peyamnerê Rûdawê Rence Cemal ragihand ku artêşa Iraqê ev 3 roj in di çarçoveya qonaxa yekemîn a operasyona Mûsilê de êrîşên xwe berdewam dike.

Peyamnêrê me da zanîn ku îro li derdora nahyeya Nemrûdê di navbera artêşa Iraqê û çekdarên DAIŞê de şerekî giran diqewime. Herwiha ji eniya Hebaniyê jî yekîneyên artêşa Iraqê pêş de diçin.

Rence Cemal ragihand ku hêzên artêşa Iraqê gundê Kanî Heramê li başûrê parêzgeha Mûsilê kontrol kiriye û gundê Ebas Receb jî dorpêç kiriye.

Peyamnêrê me got: “Gundê Kanî Heram û Ebas Receb 2 kîlometreyan ji hev dûr in. Lê jiber gelek bombe hatine vedan artêşa Iraqê hêdî hêdî pêş ve diçe. Tîmên endazyarî niha bi qûçkirina bombeyan ve mijûl in.”

Roja duşemê (17/10/2016) danê sibê zû yekemîn pêngava operasyona Mûsilê li eniyên Xazir û Geyarayê dest pê kir. Heta niha Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê 30 gund kontrol kirine.

Rudaw
Top