• Monday, 23 February 2026
logo

Li Hewlêrê serokwezîr û berpirsê UNHCR rewşa penaberan nirxand

Gulan Media October 19, 2016 Nûçe
Li Hewlêrê serokwezîr û berpirsê UNHCR rewşa penaberan nirxand
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 18.10.2016ê li bajarê Hewlêrê, digel Filippo Grandi komisyarê nû yê karûbarên penaberan, berpirsê UNHCR, civiya û rewşa koçber û panaberan nirxand.

Di civînê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr amade bû, şandeya UNHCR rola xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê bilind nirxand ku tevî rewşa dijwara êkonomî, Herêma Kurdistanê, hevahengî digel rêxistinên ser bi Neteweyên Yekgirtî ve pêşwazî li hijamreke gelek zêde ya koçber û penaberên destê terorê kiriye, hewandine û xizmetên pêwîsr pêşek kirine.

Behsa destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsil û derdûra wê hat kirin ku tê çaverêkirin hijmareke din ya xelkê wan deveran ber bi Herêma Kurdistanê ve koçber bibin û sipasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku pêşwext amadekarî ji bo hewandina wan kiriye û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku zêdetir hevkarî û alîkariya Herêma Kurdistanê bikin.

Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest ku berpirsê nû yê UNHCR di kar û xebatên xwe de serkeftî be û got hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeye piştevaniya kar û çalakiyên UNHCR bike. Barzanî amaje bi wê yekê kir ku pêdviye civaka navdewletî zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bike jiber ku ji ber wê rewşa dijawara herêma Kurdistanê tê de ye, êdî nikare weke pêwîst xizmeta wan koçber û penaberan bike.

Serokwezîer got ku pêdviye pilaneke siyasê û aborî ya saxlem ji bo qonaxa piştî azadkirina bajarê Mûsil û derdûra wê hebe û ew pilan bi hevahengî di navbera Herêma Kurdistan, hikûmeta Îraq û hevpeymanan de bê amade kirin, bi taybet di ware aminî, civakî, avadankirin û însanî de daku koçber ji bo ser mal û milkên xwe vegerin û jiyana wan parastî be.


Top