Serok Barzanî pêşwaziya Serok Erkanê Artêşa Iraqê kir
Li civînê de behsa qonaxa yekema proseya azadkirina Musilê û serkeftinên hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê kirin.
Her li vê hevdîtinê de hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê li proseya azadkirina Musilê da bilind nirxandin û piştrastiyê li ser berdewamiya wê hemahengiyê kirin.
