• Monday, 23 February 2026
logo

Bi dehan malbatên Mûsilê gihiştin Rojavayê Kurdistanê

Gulan Media October 18, 2016 Nûçe
Bi dehan malbatên Mûsilê gihiştin Rojavayê Kurdistanê
Bi sedema şerê operasyona kontrolkirina Mûsilê bi hezaran koçberên Mûsilê û derdora wê gihiştine Kampa Holê.

Kampa Holê dikeve bakurê rojhilatê Hesekê.

Li gorî zanyariyên ku ji aliyê berpirsekî li Kampa Holê hatine ragihandin zêdetirî ji 6 hezar penaberên Iraqî hene ligel nêzîkî 3 hezar û 500 koçberên navçeyên Dêre Zor û gundewarê wê.

Komisyona Bilind a Penabera di sala 1991ê de, Kampa Holê damezrandibû.

Duh 17ê Cotmeha 2016 serê sibehî operasyona kontrolkirina Mûsilê, ji aliyê Hêzên Pêşmerge, Artêşa Iraqê û bi piştevaniya esmanî ya hêzên hevpeymanan li her du mêhwerên Xazir û Geyare dest pê kir.

Rudaw
Top