• Monday, 23 February 2026
logo

Serokê MHPê: Kerkûk bajarekî tirkî ye û Mûsil jî mala me ye

Gulan Media October 18, 2016 Nûçe
Serokê MHPê: Kerkûk bajarekî tirkî ye û Mûsil jî mala me ye
Serokê MHPê Dewlet Baxçelî di gotarekê de êrîş bir ser Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û dibêje: “Çênabe tu ji me re bêje karê we çiye li Mûsilê jiber ew bajar mala me ye.”

Îro 18 Cotmehê, Baxçelî di gotarekê de beramberî parlementarên partiya xwe di parlementoya Tirkiyê de amaje bi wê yekê kir û got: “Divê em asayişa Helebê li Sûriyê biparêzin, jiber heger Heleb ne parastîbe, Entab û Hetay jî wê di bin gefan de bin.”

Navborî rexne li Ebadî kir derbarê êrîşên wî ser Tirkiyê û li ser daxwaza Iraqê jibo vekişandina leşkerên tirkiyê ji Başîka û got: “Mûsl mala me ye.”

Herwiha got: “Kerkûk bajarekî tirkî ye û Mûsil jî mala me ye, lewma mafê Ebadî nîne bêje ma Tirk li çî xwe digerin li Iraqê.”

MHPê xwedî 40 kursî ye di parlementoya Tirkiyê de û ew çaremîn partiya opozisyonê ye piştî HDPê, MHPê berdewam êrîşê dibe ser Kurdan û wan bi navê (Tirkên Çiyê) binav dike.

Basnews
Top