Artêşa Iraqê 56 bîrên neftê kontrol kirin
Derbarê vê yekê jederekî ji Polîsên Federal amaje bi vê yekê kir ku Hêzên Iraqê îro bi piştgiriya hevpeymaniya navdewletî karîn 56 bîrên neftê li başûrê Geyare ji destê DAIŞê rizgarbikin.
Li gor heman jêderê Hêza Atêşa Iraqê li başurê Mûsilê di pêşveçûnên xwe de berdewam dikin û nêzîkî bajarokê Hemam Elîl dibin.
Duh, operasyona rizgarkirna bajarê Mûsilê destpêkir, heta niha hejmarek navçe hatine kontrol kirin.
Basnews
