• Monday, 23 February 2026
logo

Artêşa Iraqê 56 bîrên neftê kontrol kirin

Gulan Media October 18, 2016 Nûçe
Artêşa Iraqê 56 bîrên neftê kontrol kirin
Di çarçoveya Operasyona rizgarkirina Mûsilê de Artêşa Iraqê û Polîsên Federal di roja duyem a operasyonê de 56 bîrên petrolê li başûrê bajarê Geyare kontrol kirin.

Derbarê vê yekê jederekî ji Polîsên Federal amaje bi vê yekê kir ku Hêzên Iraqê îro bi piştgiriya hevpeymaniya navdewletî karîn 56 bîrên neftê li başûrê Geyare ji destê DAIŞê rizgarbikin.

Li gor heman jêderê Hêza Atêşa Iraqê li başurê Mûsilê di pêşveçûnên xwe de berdewam dikin û nêzîkî bajarokê Hemam Elîl dibin.

Duh, operasyona rizgarkirna bajarê Mûsilê destpêkir, heta niha hejmarek navçe hatine kontrol kirin.

Basnews
Top