• Monday, 23 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Komîserê Bilindê Karubarê Penaberan li Neteweyên Yekgirtî kir

Gulan Media October 18, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Komîserê Bilindê Karubarê Penaberan li Neteweyên Yekgirtî kir
Roja sêşem 18.10.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Filippo Grandi Komîserê Bilinda Penaberan li rêxistina Neteweyên Yekgirtî û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Komîserê Bilinda Karubarê Penaberan li Neteweyên Yekgirtî spasî Herêma Kurdistanê kir ku ji bilî hebûna şer û gef û giriftên aborî mîhvandariya hejmarekî zêdeyê koçber û penaberan kiriye. Her wiha pêzanînên xwe ji bo xwe xemxwarî û hewlên Serok Barzanî ya ji bo parastina giyanê hemwelatiyên sivîl yên li şerê dijî terorîstên Da'îş û operasyona azadkirina Musilê hebû û şandina peyama baweriyê ji aliyê Serok Barzanî ya ji bo nîştecihên Musilê bilind nirxand. Her wiha balkişand li ser nîgeraniyên rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya li ser qonaxa piştî Da'îş û rewşa siyasî ya bajarê Musilê li piştî azadkirina bajar.

Li beranber da Serok Barzanî behsa rewşa meydanî ya bereyên şer û plana azadkirina Musilê kir û balkişand li ser hemahengî û operasyona hevbeşa Pêşmerge û artêşa Iraqê ya li şerê dijî dijminekî hevbeş ku eve bi xwe babetekî dîrokiye û yekemcare rû dide û eve jî ji bo pêdaçûn û binyatnana paşarojê bi derfetek zanî.

Di derbarê babeta koçberan Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku li yarmetîdana koçberan û çareserkirina kêşeyên wan de pêwîste hemû aliyek hevkarê hevdû bin.

Top