Di şerê Mûsilê de pêşmergeyekî Bakûrî jî şehîd bû
Duh yekemîn qonaxa şerê azadkirina Mûsilê bi beşdarbûna bi hezaran pêşmerge, serbazên Iraqî û milîsên Mûsilî pêk hat. Di wê operasyonê de komek pêşmerge şehîd bûn.
Pêşmergeyekî Bakûrî bi navê Serwet Abişka (navê wî yê din Berxwedan bû) jî di şerê duh de şehîd bû. Serwet xelkê bajarê Koserê yê Mêrdînê bû û ji sala 2008 ve tevlî refên Pêşmerge bibû.
Ew pêşmergeyê Bakûrî li eniya Xazir şehîd bû û dê termê wî jî îro derbasî Bakûr were kirin û li cihê jidayîkbûna wî were veşartin.
Basnews
