• Monday, 23 February 2026
logo

PDK: Bi rizgarkirina Mûsilê re em zêdetir nêzîkî serxwebûna Kurdistanê dibin

Gulan Media October 18, 2016 Nûçe
PDK: Bi rizgarkirina Mûsilê re em zêdetir nêzîkî serxwebûna Kurdistanê dibin
Berpirsekî mezin ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dibêje, bi destpêkirina operasyona azadkirina Mûsilê re, em nêzîkî serxwebûna Kurdistanê dibin.

Duh yekemîn qonaxa operasyona azadkirina Mûsilê pêk hat. Operasyon li du aliyan de û di bin fermandehiya Barzanî û Ebadî de hat kirin.

Di operasyona duh de hêzên Pêşmerge 8 gund bi firehiya 200 km ji destê DAIŞê derxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Kurdistanê, Mesûd Barzanî piştî operasyonê li eniya Xazir civîneke rojnamevaniyê li dar xist û got, ev cara yekemîn e xwîna Pêşmerge û artêşa Iraqê di şerekî wiha de têkelî hev dibe. Em hêvîdar in ev bibe bingeha peywendiyên me û Bexdayê.

Endamê Polîtburoya PDKê û berpirsê eniya rojavayê Kerkûkê, Kemal Kerkûkî derheqê serxwebûna Kurdistanê de ji heftenameya Bas re got, PDK û Barzanî ti carî dest ji serxwebûna Kurdistanê bernadin. Em niha ji hemû demekî din zêdetir nêzîkî serxwebûnê û bidestxistina mafên rewa yên xelkê Kurdistanê bûne.

Basnews
Top