• Monday, 23 February 2026
logo

Şêwirmendê Rêberê Îranê: 4 dewletên herêmê dê parçe bibin

Gulan Media October 18, 2016 Nûçe
Şêwirmendê Rêberê Îranê: 4 dewletên herêmê dê parçe bibin
Şêwirmendê Taybet ê Leşkerî yê Ayetullah Elî Xaminêyî yê Rêberê Îranê, Yehya Rehîm Sefewî ragihand, eger heye ku 4 welatên Rojhilata Navîn hilweşin û parçe bibin.

Yehya Rehîm Sefewî ku yek ji fermandeyên pilebilind ên Supaya Pasdaran a Îranê jî ye, îro duşemî ragihand: “Dagîrkirina Efxanistan û Iraqê ji aliyê Amerîkayê ve di berjewendiya Îranê de bûye û bi dagîrkirina wan her du welatan, du dijminên sereke yên Komara Îslamî ya Îranê, yanî rejîma Sedam Hisên û Talibanê dawî pê hat û giraniya siyasî ya Îranê zêde bû.”

Rehîm Sefewî di beşeke din a axavtinên xwe de behsa egera rûxan û hilweşîna 4 welatên Rojhilatê Navîn kiriye û gotiye: “Dibe ku hinek ji welatên deverê, ji wan Iraq, Sûriye, Lîbya û Yemen û herwiha Erebistana Siûdiyê hilweşin û parçe bibin.”

Derbarê parçebûna wan welatan de jî, şêwirmendê Rêberê Îranê tekez kiriye: “Egera wê heye ku Iraq bibe devera bakur û başûr û heta bibe sê beş. Sûriye li bakur dabeş dibe, ku kurd ji devera Firatê bi girêdana bi herêma Kurdî ya Iraqê, bixwazin statuyekê ava bikin. Yemen jî dê bo du beşên Yemena Bakur û Yemena Başûr dabeş bibe û Lîbya jî dê bibe 2 beş.”

Rudaw
Top