• Monday, 23 February 2026
logo

Ebadî vê carê bi kurdan li Erdogan da: Te mafên kurdan daye?!

Gulan Media October 18, 2016 Nûçe
Ebadî vê carê bi kurdan li Erdogan da: Te mafên kurdan daye?!
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî gazî serokomarê Tirkiyê kir û got, “Erdogan dibêje kurdên Iraqê tên asîmîlekirin. Gelo we mafên siyasî û serbazî yên kurdan daye?!”

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duh li paytext Bexdayê bi balyoz û nûnerên welatên biyanî yên li Iraqê re civiya. Ebadî di civînê de derheqê operasyona Mûsilê de agahî da.

Li gorî medyaya Iraqê, Ebadî behsa kirîza navbera Bexda û Enqerê li ser hebûna hêzên Tirkiyê li nav xaka Iraqê û rijdbûna Tirkiyê li ser tevlîbûna operasyona Mûsilê jî kir û bi tundî êrişî serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir.

Serokewzîrê Iraqê diyar kir ku divê Tirkiye hêzên xwe ji Iraqê derxîne, eger wisa neke dê têkiliyên her du welatan ziyanê bibînin.

Heyder Ebadî anî ziman ku Tirkiye li ser rêça serokê berê yê Iraqê Sedam Husên dimeşe û got, ji ber ku dixwaze alozî û nakokiyên nav xwe derxîne derveyî welêt. Me destûra fermî nedaye Tirkiyê da ku hêzên xwe derbasî Iraqê bike.

Ebadî di dawiyê de got, “Erdogan dibêje kurdên Iraqê tên asîmîlekirin. Ez dipirsim; gelo Tirkiyê mafên siyasî û serbazî yên kurdan daye?!”

Basnews
Top