Hêzên Iraqê êrîşa ser bajarokê Hemam Elîl dan destpêkirin
Li gor nûçeya K24ê îro 18.10.2016ê hêzên Iraqê êrîşekî berfireh li ser derdora Hemam Elîl dan destpê kirin, ku yek ji navçeyên herî stratejîk ê parêzgeha Nînowa yê ye û hejmarek bîrên neftê jî tê de heye. Herwaha tê gotin hin gund hatine azadkirin.
Dûh 17.10.2016ê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê dest bi operasyona azadkirina Mûsilê kir û yekemîn roj de Pêşmerge 9 gund û 200 kîlometre çargoşe ji rêxistina tund a DAIŞê paqij kirin.
Basnews
