Alîgirên Sedr balyozxaneya Tirkiyê dorpêç kirin
Li gor zanyariyên bidest ketine, hêzên ewlekariyên Bexdayê ji bo rê li pêş xwepêşanderên alîgirên Muqteda Sedr bigrin, piraniya kolan û şeqamên nêzîk balyozxaneya Tirkiyê yên navçeya Babulmezemê ya Bexdayê girtine.
Lê beşek xwepêşanderan çûne ser dîwarê derve yê balyozxaneyê û daxwaza derketina hêzên Tirkiyê yên li sînorê parêzgeha Nînowa dikin.
Xwepêşandarên ku li ser daxwaza Muqteda Sedr balyozxaneya Tirkiyê dorpêç kirine, gef li Tirkiyê û artêşê dikin û daxwaz li Tirkiyê dikin xwe ji sînorê Iraqê vekişînin, heger na wê bi zor û bi hêz wan ji Iraqê derbixin.
Hêzekî artêşa Tirkiyê ku li gor fermandarê milîsên Heşdî Niştimanî Esîl Nuceyfî ragehandiye, bi armanca perwerde kirina çekdarên milîs li herêmê ne, ku li dijî rêxistina tund a DAIŞê li herêma Başîqa ya sînorê parêzgeha Nînowa şer bikin û li gor rêkeftina hikûmeta Iraqê û Tirkiyê hatine bicîh kirin, lê naha bûye sedemê ava bûna nakokiyan di navbera her dû welatan de.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, hêzên Tirkiyê wek dagirker pênase kir û daxwaza vekişînê li Tirkiyê kir. Lê serokkomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan got em hêzên xwe nakşînin û wê hêzên me beşdarî şerê Mûsilê bibin.
basnews
