Bîlançoya roja yekem a şerê Mûsilê diyar bû
Roja duşemî 17ê Cotmeha 2016 serê sibehî operasyona kontrolkirina Mûsilê, ji aliyê Hêzên Pêşmerge, Artêşa Iraqê û bi piştevaniya esmanî ya hêzên hevpeymanan li her du mêhwerên Xazir û Geyare dest pê kir.
Li ser operasyona îro ya Hêzên Pêşmerge li Mêhwera Xazir, Fermandeyiya Giştî ya Hêzên Çekdarên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, di encama operasyonê de 9 gund li Mêhwera Xazir ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatin kontrolkirin û herwiha 200 kîlometerên çar goşe axa deverê ji destê DAIŞê hat derxistin.
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Saet 20:00ê êvariya roja 17ê Cotmeha 2016, Hêzên Pêşmerge li devera Xazir li rojhilata Mûsilê armancên serke yên xwe bi dest xistin, ku di dema kêmtir ji 24 saetan de karîn 9 gund û rûbereke berfireh a rêya sereke ya Hewlêr-Mûsilê bi berfirehiya 200 kîlometreyên çar goşe kontrol bikin.”
Fermandeyiya Giştî ya Hêzên Çekdarên Herêma Kurdistanê amaje bi gundên kontrolkirî kiriye û navên wan gundan wiha rêz kiriye:
“Bazexire, Tercele, Xirabe Sultan, Keberlî, Bazgirdan, Şaqolî, Bedeneya Biçûkm Bedeneya Mezin û Şêx Emîr, herwiha Kargeha Kaşî ya li rojavayê Hesen Şam.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye gotin: “Operasyonên li rojhilat û başûrê Mûsilê bi hemahengî li gel Artêşa Iraqê hatine encamdan, bi armanca derxistina terorîstên DAIŞê li parêzgeha Newnewayê (Mûsilê).”
Herwiha amaje bi rola hêzên hevpeymanan di operasyona îro de hatiye kirin û wiha tê gotin: “Herwiha weke piştevaniyekê bo Hêzên Pêşmerge, firokeyên hevpeymania navdewletî, 17 binkeyên DAIŞê li deverê bombebaran kirin.”
Li gorî daxuyaniyê, “di vê operasyonê de 4 otomobîlên bombekirî yên DAIŞê hatine têkbirin û tîmên pûçkirina mînan li ser paqijkirina deverên mînkirî berdewam in.”
Herwiha behsa wê yekê hatiye kirin, ku “herî kêm 60 medyayên navxweyî, herêmî û cîhanî mil bi milê Hêzên Pêşmerge bûne û şerê îro rûmal kirine”.
Rudaw
