Ebadî: Cara yekê ye pêşmerge û supayê Îraqê di çeperekî da şerî dikin
Heyder Ebadî di hevdîtinekê da di gel hijmareka balyozên welatên bîyanî û Erebî dîyar kir, ew rijdin li ser parastina jîyana welatîyên bajarê Mûsilê, dupat kir jî ku hêzên Îraqî şîyanên wê çendê hene ji çend bereyan êrîş bikin ser terorîstên Daişê.
Ebadî di gotara xwe da daxwaz ji Tirkîyê kir xwe tûşî çi şaşîyên stratejîk li Mûsilê neke, çunku eger biryara maytêkirina serbazî da dê tuş be.
Serok wezîrên Îraqê got jî; piştî bîst û pênc salên guhrînên bi ser Îraqê da hatin, yekem care hêzên pêşmerge û supayê Îraqê di çeperekê da şerî li dijî yek hêz dikin ku bûye tirs bo hemû cîhanê.
War.tv
