Barzanî serperîştiya operasyona îro ya Pêşmerge dike
Endamê encûmena parêzgeha Nînowa Berekat Şemo ji BasNewsê re ragehand; ’’Îro Pêşmerge wê navçeyên herî giring ên stratejîk ên nêzîkin li Mûsilê kontrol bike, ku dikevine sînorê navçeyên Bertile û Tilkêfê û wê gelke gundên din ên giring bêne kontrol kirin.
Herwaha got jî di operasyon, rasterast ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê û fermandarê giştî yê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Mesûd Barzanî ve serpereştî ya wê tê kirin û got: ’’Heta naha Pêşmerge çend gundek kontrol kirine û balefirên şer ên hêzên hevpeyman jî bi awayekî bihêz DAIŞê bombebaran dikin.’’
Basnews
