• Monday, 23 February 2026
logo

MÛSIL - 8 gund hatin kontrolkirin

Gulan Media October 17, 2016 Nûçe
MÛSIL - 8 gund hatin kontrolkirin
Operasyona Hêzên Pêşmerge li Eniya Xazirê berdewam e û gundên Basexre, Şêx Emîr, Bazgirdan, Tercele, Bedeneya Mezin, Bedeneya Biçûk, Şaqolî û Keberlî hatin kontrolkirin.

Fermandeyê Hêzên Pêşmerge Muqedem Heme Axaji Rûdawê re kontrolkirina 8 gundan ragihand û behsa pêşveçûnên hêzên pêşmerge dike.

Peyamnerê Rûdawê li Eniya Xazir ragihand Neberd Hûsên ragihand Hêzên Pêşmerge gihîûtine duryana navçeya Bertilleyê û çekdarên DAIŞê li navbera Çiyayê Zerdekê û gundên navborî de hatine dorpêçkirin.

Çekdarên DAIŞê yên hatine dorpêçkirin agir bi bîrên petrolê yên li Hemdaniyê xistine ji bo dûkêl rabe û firokeyên şerî wan nebîne û nebin hedefa bombebaranê.

Peyamnêrê me da zanîn şerekê dijwan di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de heye û çekdarên DAIŞê sê otomobîlên bombekirî ber bi çeperên Pêşmerge ve şandine lê pêşmerge 2 ji wan têkbirine.

Herwiha peyamnêrê me got, Hêzên Pêşmerge gihîştine sêrêya Hemdaniyê.

Rudaw
Top