• Monday, 23 February 2026
logo

Sererkanê Pêşmerge: Em taktîkên DAIŞê baş dizanin

Gulan Media October 17, 2016 Nûçe
Sererkanê Pêşmerge: Em taktîkên DAIŞê baş dizanin
Sererkanê Hêzên Pêşmerge Cemal Êmînkî behsa giringiya bajarê Mûsilê kir û got: “Mûsil paytexta terorîstên DAIŞê ye. Lewma şerê vê derê dê pir giran be.”

Cemal Êmînkî li eniya Xazir ji Rûdawê re ragihand: “Li gorî plana ji Hêzên Pêşmerge re hatiye destnîşankirin, îro danê sibê operasyonê dest pê kir. Înşallah dê demek kurt de pêşmerge hemû navçeyên di planê de rizgar bike.”

Êmînkî daxuyand ku DAIŞê yekemîn car li Iraqê bajarê Mûsilê dagir kir û ev der ji xîlafeta xwe re kire paytext, lewma jî şerê Mûsilê weke ya bajarên din nabe.

Li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê ya li ser pêşbîniya dema kontrolkirina bajêr de Sererkanê Pêşmerge daxuyand ku ji niha ve nikarin ti pêşbîniyê bikin. Dibe ku şer demek kurt an jî dirêj de be. Lê ew bi biryar in ku hemû armancên operasyonê pêk bînin.

Cemal Êmînkî diyar kir ku çekdarên DAIŞê yên li Tîkrît, Ramadî û Geyareyê jî revîne hatine Mûsilê û lewma nêzîkê 10 heta 15 hezar çekdarên vê rêxistinê hene.

Êmînkî di berdewama axaftina xwe de wiha got:

“Ew hêza caran a DAIŞê nemaye. Lê divê em baş hesabê dijminê xwe bikin. Hêzên Pêşmerge êdî taktîkên DAIŞê baş nas dike. Hêzên Iraqî jî wan nas dikin.”

Cemal Êmînkî da zanîn ti rê ji bo xweradestkirina DAIŞiyan venekirine.

Rudaw
Top