Artêşa Tirkiyê: Di şerê Mûsilê de barê herî giran li ser milê Pêşmerge ye
Îro danê sibê bi fermana Fermandehiya Giştî ya Hêzên Kurdistanê û fermandehiya giştî ya artêşa Iraqê, operasyona Mûsilê bi beşdarbûna hêzên Pêşmerge, hêzên Iraqî û hêzên hevpeyman dest pê kir.
Derheqê wê operasyonê de artêşa Tirkiyê daxuyaniyek da û ragihand, di operasyona Mûsilê de barê herî giran li ser milê Pêşmerge ye.
Medyaya Tirkiyê jî daye xuyakirin ku hêzên Pêşmerge li devereke berfireh tevlî operasyonê bûne û ev operasyon jî bi pêşengtiya Pêşmerge dest pê kiriye.
Basnews
