• Monday, 23 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyê: Di şerê Mûsilê de barê herî giran li ser milê Pêşmerge ye

Gulan Media October 17, 2016 Nûçe
Artêşa Tirkiyê: Di şerê Mûsilê de barê herî giran li ser milê Pêşmerge ye
Artêşa Tirkiyê derheqê tevlîbûna Pêşmerge di şerê azadkirina Mûsilê de ragihand, barî herî giran li ser milê Pêşmerge ye.

Îro danê sibê bi fermana Fermandehiya Giştî ya Hêzên Kurdistanê û fermandehiya giştî ya artêşa Iraqê, operasyona Mûsilê bi beşdarbûna hêzên Pêşmerge, hêzên Iraqî û hêzên hevpeyman dest pê kir.

Derheqê wê operasyonê de artêşa Tirkiyê daxuyaniyek da û ragihand, di operasyona Mûsilê de barê herî giran li ser milê Pêşmerge ye.

Medyaya Tirkiyê jî daye xuyakirin ku hêzên Pêşmerge li devereke berfireh tevlî operasyonê bûne û ev operasyon jî bi pêşengtiya Pêşmerge dest pê kiriye.

Basnews
Top