Nûnerê hemû ola dua bo Pêşmerge dikin
Îro 17.10.2016ê nûnerê olên cuda yên Kurdistanê, dua û gaziya xwe ji xwedê re birin ku hêzên Pêşmerge serkeftî bin. Berpirsê peyvendiyên wezareta ewqaf Merîwan Neqişbendî ji BasNewsê re ragehand: ’’Nûnerên hemû ol, netew û mezhebên Kurdistanê(Misliman, mesîhî, êzdî, cihû, Zerdeştî, Behaî, Kakeî û Sabîey mindaî) li pêş wezareta Pêşmerge dest û dil û duayên xwe li gel hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ne.’’
Herwaha got: ’’Herkesekî bi zimanê xwe û bi awayê xwe yê olî û mezhebî ve silametî û serkeftina yekcarî bo Pêşmerge û hemû hêzên ewlekariya Kurdistanê xwestin û dua kirin.’’
Basnews
