• Monday, 23 February 2026
logo

Nûnerê hemû ola dua bo Pêşmerge dikin

Gulan Media October 17, 2016 Nûçe
Nûnerê hemû ola dua bo Pêşmerge dikin
Nûnerê hemû olên cuda yên Kurdistanê li pêş wezareta Pêşmerge dua bo Pêşmerge û serkeftina yekcarî dikin.

Îro 17.10.2016ê nûnerê olên cuda yên Kurdistanê, dua û gaziya xwe ji xwedê re birin ku hêzên Pêşmerge serkeftî bin. Berpirsê peyvendiyên wezareta ewqaf Merîwan Neqişbendî ji BasNewsê re ragehand: ’’Nûnerên hemû ol, netew û mezhebên Kurdistanê(Misliman, mesîhî, êzdî, cihû, Zerdeştî, Behaî, Kakeî û Sabîey mindaî) li pêş wezareta Pêşmerge dest û dil û duayên xwe li gel hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ne.’’

Herwaha got: ’’Herkesekî bi zimanê xwe û bi awayê xwe yê olî û mezhebî ve silametî û serkeftina yekcarî bo Pêşmerge û hemû hêzên ewlekariya Kurdistanê xwestin û dua kirin.’’

Basnews
Top