OPERASYONA MÛSILÊ – Pêşmerge dest pê kir!
Di yekemîn demjimêrên destpêkirina Operasyona Mûsilê de topxaneyên Hêzên Pêşmerge pêgeh û çeperên DAIŞê yên li derdor û naverastê bajarê Mûsilê topbaran dikin.
Pêşmerge bi nimêjê dest pê kir
Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed ragihand ku îro danê sibê di demjimêr 05:30ê de bi topbarankirina Hêzên Pêşmerge yekemîn gava operasyona Mûsilê destpê kir.
Peyamnêrê me da zanîn ku pêşmergeyan bi hevre nimêja cemaatê kirin û paşî yekemîn gulle arasteyê çeperên DAIŞê kirin.
Ehmed diyarkir ku operasyonê di çend milan ve dest pê kir. Peyamnêrê me got ku hemû hêzan xwe ji bo operasyonê bi başî amade kirine.
Peyamnêrê Rûdawê li eniya Xazirê ragihand ku Hêzên Pêşmerge ji eniya Xazirê ve dest pê kir.
Fermandarê Pêşmerge Cefer Şêx Mistefa ji Rûdawê re ragihand: "Emê wan navçeyên ji bo me hatine diyarkirin kontrol bikin. Piştî hingî jî dê hêzên me piştgiriyê bidin hêzên ewlekariya Iraqê.
