Kurdên şebek navçeyên xwe azad dikin
Nûnerê kurdên şebek li encûmena nûnerên Iraqê Salim Şebek ji BasNewsê re ragehand: ’’Pêşmerge bo azadkirina deşta Nînowa amadeye, lewma em daxwaz dikin ku navçeyên Tilkêf, Beac, Telsiqof û Deşta Nînowa ji aliyê Pêşmerge ve bê azadkirin. Herwaha spasî ji serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re dikin ku karî Bexdayê razî bike bo ku wan navçeyane ji aliyê Pêşmerge ve bên rizgarkirin, ji ber me fewca şebekan heye, ku li eniya Xazirê û wê beşdarî azadkirina navçeyên xwe bibin. Li Başîkê û Naweran jî Pêşmerge amadeye bête xarê.’’
Nûnerê kurdên şebek li encûmena nûneran aşkera kir: ’’Em daxwaz dikin xelk neçin nav gundan, ji bo endazyarên leşkerî karên xwe pêkbînin. Ji bo bikarin hemû cîhên bombekirî paqij bikin.’’
Dawiyê de jî got: ’’DAIŞê hemû hêza xwe ji dest daye, pir nemaye em li benda demjimêra dawiyê ango sifir dikin, di demekî nêzîk de Pêşmerge wê dohola serkeftinê lê bide.’’
Basnews
