• Monday, 23 February 2026
logo

Entabê: 11 polîsên Tirkîyê hatin kuştin û birîndar kirin

Gulan Media October 16, 2016 Nûçe
Entabê: 11 polîsên Tirkîyê hatin kuştin û birîndar kirin
Li bajêrkê Şahîn bey ser bi parêzgeha Entabêve, hijmareka terorîstên Daişê xwe bi hêzên êmnahîya Tirkîyave teqand, 3 polîs hatine kuştin 8 polîsên din birîndar bûn.

Li dûv zanyarîyan li demê tîmên çalakîyên taybet ser bo polîsên Tirkîyê ve, xanîyek li nawçeya Şahîn bey dorpêçkirî ku li dûv zanyarîyên wan hijmareka terorîstên Daişê têvebûn û dixwastin kiryarên terorîstî bikin. Li demê polîsan hewl dikir biçine di xanîve, terorîstan xwe bi polîsan ve teqand, 3 polîs hatine kuştin 8 polîsên din birîndar bûn.

Piştî bûyerê jî polîsên birîndar hatîne rakirin bo nexweşxaneyê, hêzên êmnahîyê jî hêşta li cihê bûyerêne û lêkolînên wan berdewamin.

War.tv
Top