Baskê Hêro Îbrahîm Ehmed kar bo rêxistina kongreya YNKê dike
Li gor zanyariyên BasNewsê ku ji çavkaniyekî nav YNKê de bidestketiye, di civîna roja 15.10.2016ê baskê bi bandor ê YNKê, bi navê encûmena rêveberiya YNKê pêkanîn û gotûbêj li ser pêkanîna kongreya YNKê hatin kirin û naha kar li ser wê yekê tê kirin.
Li hember vê yekê parlamenterê YNKê yê di encûmena nûnerên Iraqê de Rêzan Şêx Dilêr ji BasNewsê re ragehand: ’’Bawer nakim pirsgirêkên YNKê bi kongreyê çareser bibe. Ev pirsgirêkên navxweyî ye, pêwîstî bi çareseriyekî bingehîn heye, divê rêveber baweriya wan bi hev hebe.’’ Herwaha got, eger kongre bê navenda biryar pêkbê, rewşa YNKê re nabe çareserî.
Rêzan Şêx Dilêr got, her dû bask jî xwe xwediyê YNKê dizanin û diyar kir: ’’Ne kongre, ne jî civîn rewşê çareser nake, divê bixwe xwedî bawerî bin, ku bikarin pirsgirêkan çareser bikin. Ez YNK yî me li ser şeqam û kolanan û ji bo min ne giringe kî rêvedibe, lê giringe bo min YNK wek YNK ya berê be. ’’
Basnews
