• Monday, 23 February 2026
logo

Tirkiyê: Heger Şîe beşdarî şerê Mûsilê bibin, wê şerekî taifî yê 100 salî destpêbike

Gulan Media October 16, 2016 Nûçe
Tirkiyê: Heger Şîe beşdarî şerê Mûsilê bibin, wê şerekî taifî yê 100 salî destpêbike
Roja 15 Cotmehê, firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî baregehên DAIŞê li Mûsilê bordûman kirin, ew bordûman jî wek nûçeyek lezgîn di ragehandina Tirkiyê de hat belav kirin wek pêngava destpêkirina şerê azadkirina Mûsilê, Koşka komarî ya Tirkiyê jî zaniyarî derbarê operasyona Mûsilê belavkirin.

Kenala CNN a Tirkî, li ser zimanê çavkaniyekê pêbawer ji koşka komarî ya Tirkiyê belavkiriye ku “Trikiyê agahî daye Amerîka ku, nabe hêzên Şîe beşdarî şerê Mûsilê bibin, jiber wê şerê taifî destpêbike.”

Li gorî çavkaniya CNN a Tirkî, Amerîka erênî bi Tirkiyê daye ku hêzên Şîe beşdarî şerê Mûsilê nabin, herwiha tekez kiriye ku, şerê Mûsilê destpênekiriye wek di ragehandina tirkiyê de hatiye belavkirin.”

Di nûçeyê de hatiye ku, Trikiyê agahî daye Amerîka ku, “Heger Şîe beşdarî şerê azadkirina Mûsilê bibin, wê şerekî taifî jibo 100 salî destpêbike, Amerîka jî pêşniyara Trikiyê bi rijdî werkirtiye.”

Basnews
Top