Erebistan: Şerê Mûsilê bi Pêşmerge yekalî dibe
Îro yekşemî 16ê Cotmeha 2016, Balyozê Berê yê Erebistana Siûdiyê li Iraqê, Samir Sebhan ku niha Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Welatên Kendavê ye, beşdarî bultena nûçeyan a saet 20:00 a televizyona Rûdawê bû û derbarê operasyona Mûsilê de axivî û behsa helwesta welatê xwe kir.
Samir Sebhan ragihand, Eebistana Siûdiyê bi giringî ve berê xwe dide operasyona kontrolkirina Mûsilê û tekez kir, ku şerê Mûsilê dê bi beşdariya Hêzên Pêşmerge yekalî bibe.
Derbarê rewşa Mûsilê û egera derketina şerê mezhebî li vî bajêrî de, Sebhan got: “Siûdiye herdem aqilane hizir dike û biryarê dide. Em wek dewlet û Hikûmeta Siûdiyê, bi ti awayî em li gel wê yekê nînin şerê mezhebî li Mûsilê, yan li ti cihekê din ên Iraqê û welatên herêmê rû bide, çimku şerê mezhebî malwêraniyê li dûv xwe tîne.”
Wezîrê Dewleta Erebistanê bo Karûbarê Welatên Kendavê herwiha amaje bi şerên pêştir ên li bajarê Felûceyê û çend cihên din ên Iraqê kir û got: “Ew şerên Felûceyê û çend cihên din ên Iraqê ew yek derxistin, ku şerê mezhebî çi kawilkariyek li dûv xwe anî. Em li gel wê ne ku ew aloziya mezhebî li ti cihekî dubare nebe. Em hêvî dikin şerê Mûsilê li ser destê Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge dawî pê bihê û ti diyardeyeke nexwastî lê çê nebe.”
Samir Sebhan da xuyakirin, ku Kurd, Şîe û Sunne sê pêkhateyên sereke û giring ên Iraqê ne, ku di heyama bihorî de bi hev re jiyan e û arîşeyên mezin (bi hev re) nebûne.
Sebhan wiha berdewamî bi axavtina xwe da:
“Lê belê mixabin di wê heyama dawî de li Iraqê arîşe derketin û em hêvîdar in, Iraq ji wan arîşeyan derbas bibe, çimku şerê mezhebî û tayifegerî, hemûyan ji nav dibe û di dawiyê de jî kes tê de qazanc nake.”
Rudaw
