• Monday, 23 February 2026
logo

Eşîrên ereb ên Mûsilê: Nabe PKK tevlî şerê Mûsilê bibe

Gulan Media October 16, 2016 Nûçe
Eşîrên ereb ên Mûsilê: Nabe PKK tevlî şerê Mûsilê bibe
Eşîrên ereb ên Mûsilê dibêjin, em naxwazin PKK û Heşda Şeibî tevlî şerê azadkirina Mûsilê bibin.

Berdevkê eşîrên ereb ên Mûsilê, Mezahim Ehmed ji BasNewsê re got, hebûna hêzên PKKê li Iraqê, qanûnî nîne lewma em naxwazin tevlî şerê Mûsilê bibin. Divê hikûmeta Iraqê nehêle PKK tevlî operasyona Mûsilê bibe.

Mezahim Ehmed her wiha got, eger PKK tevlî şerê azadkirina Mûsilê wê çaxê emê mîna DAIŞê pê re reftar bikin.

Wî erebê Mûsilê behsa Heşda Şeibî jî kir û got, me heta niha gelek caran daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiriye nehêle Heşda Şeibî jî tevlî şerê Mûsilê bibe, çimkî artêşa Iraqê, Pêşmerge, Heşda Niştimanî û hêzên eşîrên Mûsilê têra azadkirina Mûsilê dikin.

Basnews
Top