BERIYA 53 SALAN – Wênekeşê Barzanî matmayî kirî
François Xavier Lovat ji Rûdawê re diyar kir, di rabordiya bav û kalên wî de kolonyalîstî heye lewma ew baş dizane hesta kedxwariyê çi ye.
Lovat anî ziman, wî piştî ku zanîngeh qedand weke endezyar çûye Hindistanê û ew li wê dere ligel kurdên karmand re xebitiye û bi rêya wan karmandan, kurd û çanda wan naskiriye û wiha domand:
“Kurdên min naskirin zimanê fransî dizanîn. Derbarê kurdên li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê de agahî didan û behsa pirsgirêkên kurdan dikirin. Di sala 1960ê de li herêma ez li dijiyam ti kesî baş kurd nasdekir û derbarê çand û dîrokan kurdan bêagahdar bûn.
Min dev ji endezariyê berde û ez vegeriyam Fransa û min dest bi xwendina sînemayê kir. Piştî ku min xwendina sînemayê teva kir min dest bi ferbûna kurdî kir. Min Kamuran Elî Bedirxan li dibistana zimanên navnetewî nas kir. Kamuran Bedirxan perwerdeya kurdî da min û ez ji wî ferî rêzimana kurd û hineke ferî axaftinê bûm.
Naskirina Yaşar Kemal
Lovat da zanîn wî derbarê kurdan de belgefîlmek ji bo televizyoneke fransî amade kiriye û di wê demê de alîkarî ji Kamuran Bedirxan xwestiya û wiha pê de çû:
“Kamuran Bedirxan navnîşana hin kesên li Stenbolê ku alîkariya min bikin da min. Ez çûm Stenbolê jinekê îngilîzî dizanî ez birim navnîşana Kamuran Bedirxan dabû min lê di demê de polîsan bi ser wê malê de girt û kesên ku ez bibînim polîsan ew desteserkirin. Min ji wê jinê re got ez dê niha çibikm… Wê ez radestî çend xwendekarên kurd kirim û min bi rêya wan Yaşar Kemal naskir.”
Rêwîtiya dijwar
Li ser pirsa “Tu çawa gihîştî Bşûrê Kurdistanê” François Xavier Lovat wiha got:
“Ew kesên li Stenbolê hem ji bo min ditirsan û hem jî bo xwe ditirsan. Ji min re gotin tişta herî baş ew e ku ez bi ser Sûriyê ve herim Başûrê Kurdistanê çimkî ji ber şer wê serdemê kontrol dinavbera Tirkiye û Iraqê de zêde bû. Dema ku ez ji Stenbolê rêketim navnîşana hin kesên li herêmê dan min bo alîkariyê.
Ez çûm wan navnîşanan. Ez çend rojan li gundekê mam lê ez pê hesiyam ku polîsên Tirkiyê ketine pê min. Çend hevalan nîvê şev cilên erebî l imin kir û çek dan min û ez bi kamyonekê derbasî Qamişlo bûm. Ji wê de re jî çend kesan ez derbasî Başûrê Kurdistanê kir. Min cara yekemîn li wê dere pêşmerge dît. Şerê Kurdan û rêveberiya Iraqê berdewam bû. 11 pêşmergeyan parastina min kir.”
Rasthevhatina bi Barzanî re
Lovat destnîşan kir ku di Çileya 1963ê de piştî meşa 10 rojan ew gihîştine cihê Mele Mistefa Barzanî û wiha axivî:
“Dema ku Mele Mistefa ez dîtim. Heyirî ma. Çimkî ez bi kurdî diaxivim. Dema ez rastî wî hatim bandoreke mezin li min kir. Kamuran Bedirxan çend name dabûn da ku ez radestî Mele Mistefa Barzanî bikim. Mine w name dan wî. Ez xortbûm. Ez kesê ku yekm bûm ji rojava çûme cem Barzanî, lê dîsa jî gellekî hez min kir.
Barzanî ji min pirsî ka çawa dikare bibe alîkar, min jî jê re got ez bo televîzyonê li ser kurdan dixebitim. Wî derfet j imin çêkir û herwiha ji bo parastina min çend pêşmerge jî erkdar kir. Em li çiyayan digeriyan.”
Bi sedan wêne û fîlmek
Wênekêşî fransî da zanîn ku firokeyên şerî yên artêşa Iraqê û Birîtanyayê Hêzên Pêşmerge bomberan dikir û got: “Firokeyên Birîtanyayê gellekî nizm difiriya. Esil firokeyên Birîtanyayê bo pêşmerge metirsî bûn. Wan her tevgerên pêşmerge di jor de bi hêsanî dît û yekser êriş dikirin. Lê pêşmerge bi moraleke bilind liberxwe dida.”
François Xavier Lovat da xuyandin ku wî di wê heyamê de bi sedan wêne girtine û fîlmekê 33 deqayî amade kiriye û derbarê vê mijarê de jî wiha ragihand:
“Ez 5 mehan bi pêşmerge re mam. Ez 5 mehan ligel wan çûm hemû cihan. Wê serdemê tenê min kare profesyonel dikir. Kamerata ti kesî nebû. Ez bi 2 lensan dixebitim.
Ez ferî kurmancî û soranî jî bibûm. Min bi herdû lehçeyên kurdî peywendî bi pêşmerge re didanî. Herwiha min cilên pêşmerge lixwe dikir û kesên ez dîtim digotin qey ez pêşmergeme.”
Îbrahîm Ehmed û Celal Talebanî
Lovat got, di heyama bi Mele Mistefa Barzanî derbaskirî de bûye şahîdê du bûyerên girîng û wiha domand:
“Min bi çavên xwe dît kurd di heyamekê kurd çiqasî kurt de organîze dibin. Dema kur dli Hecî Omeranê bicih bûn ti rêyeke û ne avahiyekê hebû. Di demeke kurt de kamp avakirin û rê çêkirin.
Bûyera duyem a girîng jî; di dawiya meha Nîsan û destpêka meha Gulanê Îrahîm Ehmed (bavê Hero Talebanî) û Celal Talebanî li navçeya Koyeyê ya Hewlêrê civîneke mezin pêk anîn û xwestin Mele Mistefa Barzanî berteref bikin. Fermandarê Pêşmerge yên bi navê Îsa Suar û Esad Xoşnav ku li Rûsyayê bi Barzanî re bûn wan jî di demeke kurd organîzasyokê kirin ew berteref kirin. Ev yek jî balkêş bû.”
Piştî 5 mehan veger
Lovat got ew piştî 5 mehan di nav pêşmerge de ma vegeriya Fransayê û wiha domand:
“Wê serdemê tenê televîzyonên reş û spî hebûn û tenê çend seatan weşan dikirin. Fîlma min amadekirî cara yekemîn li Fransayê hat weşandin û piştre li çend welatên cîhanê jî hat nîşandan. Herwiha bi wesileya Kamuran Bedirxan fîlma min li Neteweyên Yekbûyî jî hat nîşandan.”
2 xelatên Oscarê
François Xavier Lovat li welatên weke Vietnam, Lubnan, Uganda û Iraqê 25 salan wênekêşiya şerî kiriye.
Lovat diyar kir ku her cihê diçe herî kêm mehekê û nîv dimîne û got: “Ez lêkolînên hurgîlî dikim. Min heta niha 3 hezar rapor amade kirine. Min 2 xelatên Oscarê û çend xelatên cîhanî wergirtine. Lê yek jî qet ne xema min e.”
1998 dîsa Kurdistan
Wênekeşê fransî da zanîn, wî di sala 1998ê de careke din serdana Başûrê Kurdistanê kirine û derbarê serdana xwe de wiha got:
“Dema ez hatim min bi Mesûd Barzanî re jî hevdîtin pêkanî. Gellek rêz dan min. 2 hezar û 500 wêneyên min li Kurdistanê kişandin min weke album çap kir. Dema ez çûm cem Nêçîrvan Barzanî min diyariya wî kir. Barzanî got pêwîstiya wan bi wê albumê heye û ji min 3 hezar xwestin û pereyê wan jî da min.
Ez li vê derê kêfxweşim. Parîs gellek mezin û balkêşe weke Stenbolê, lê cihê Kurdistanê cudaye. Ev çend salin ez di navbera Kurdistanê û Parîsê de diçim û têm. Ez hez mirovên vê derê dikim.”
Pirsagirêka kurdan
Pirsa “Tu rewşa Kurdistanê ji sala 1963yê heta îro çawa dibînî?” Lovat wiha bersivand:
“Kurd ji aliyê kujerên xwe hatiye dorpêçkirin. Tirkiyê dixwaze kurdan bikuje û Îran dixwaze bikirre. Li rêbendên Xaneqînê îranî hene. Goran û YNKê bi eşkere ji aliyê Îranê ve têne kontrolkirin.
Dibêjin gellek pere Barzanî hene û behsa çend tiştên din wiha dikin. Lê her tim di pêşiya eniyên şerî de ew hene. Sîrwan Barzanî di şerê bi DAIŞê re li eniya şerî ye. Dewlemend û serkeftî jî be lê dîsa li eniya şerî ye. Min li eniya şerî serdana Sîrwan Barzanî kir û ji pirsî, tu li wir çi dikî? Wî wiha bersiva min da, `Ez Barzanî me û hevîya mirovan ji Barzaniyan ev e.”
Jinên kurd di nav civakê de bûn
Derbarê veguhertinên civakî yên ji 1963yê heta îro de jî Wênekeşê fransî wiha got:
“Dema em diçûn gundan me dikarî em bi jinan re bikevin nîqaşan ji ber ku jin serbest bûn. Lê niha tiştekê wiha min nedîtiye. Dema em diçin xwaringehan jî cihên jin û zilam ji hev cuda ne. Jin wê serdemê ji niha azadtir bûn.
Di heyama 14 salan de Sedam Hisên tevahiya daran birrî. Tevahiya welat wêran kir. Ji ber vê yekê min navê pirtûka xwe kir `Bîranînên Kurdan`. Sedam Hisên ferman dabû tevahiya belgeyên derbarê kurdan de ji holê bêne rakirin.
Min derbarê bîranînên kurdan de dest bi nivîsandina 5 pirtûkan kiriye. Min 2 temam kirine. Hemû li ser kurdên Iraqê hatine nivîsandin.”
Rudaw
