Gelo Tirkiyê navendeke nû ya serbazî li Başûr çêkiriye?
Berdevkê Wezareta Pêşmerge, Cebar Yawer derheqê wan gotegotên ku behsa hebûna navendeke nû ya serbazî ya Tirkiyê li devera Amêdî ya Duhokê dikin, ji televîzyona erebî ya bi navê “Iraq Alhurra TV” (girêdayî Wezareta Derve ya Amerîka ye) re gotiye, tiştekî wisa tine û Tirkiyê ti navendên serbazî yên nû li Kurdistanê çênekiriye.
Beriya niha siyasetmedarekî Başûrî bi navê Mihemed Kiyanî, ku endamê bizava nû ya bi navê “Bereya Demokratîk” e, îdia kiribû ku Tirkiyê li Duhokê navendeke nû ya serbazî çêkiriye.
Bizava “Bereya Demokratîk” vê dawiyê ji aliyê hinek siyasetmedarên Başûrî yên nêzîkî YNK, Gorran û PKKê ve hatibû avakirin.
Basnews
