30 hezar pêşmerge û serbaz beşdarî operasyona Mûsilê dibin
Li gor zanyariyên "Meyl Onlin" ragehandî ku, 6 hezar çekdarên DAIŞê di nav bajarê Mûsilê de ne , ew çekdar dê şerê Artêşa Iraqê bikin, herwiha bi kûrbûna du metreyan jêrzemîn xendeq hatine kolan, teqînên bi madeyên kîmyawî jî ji aliyê DAIŞê ve hatine amadekirin ku, rêgiriyê li pêşiya xelkê wî bajarî bigrin û wan weke mertalên mirovî bikarbînin.
Herwiha di şerê Mûsilê de, tê çaverêkirin ku, zêdeyî yek milyon kes penaber bibe ku, pêwîstiya wan kesan jî bi yek milyar dolar arîkaî heye.Herwiha bi hezaran pêşmerege û serbazên Iraqê û hêzên cuda li benda fermana Serokwezîran dikin daku, dest bi mezintirîn şer bikin û dawî yê bi rêxistina DAIŞê li Iraqê bînin.
Rudaw
