Di navbera pêşmerge û leşkerên Îranê de şer derket!
Malpera fermi ya PDKÎ ragihand ku şeva 14ê Cotmehê li herêma Kotereş a bajarê Seqizê, di navbera pêşmerge û pasdarên Îranê de şer û pevçûnan rûdaye.
Li gorî daxuyaniyê pevçûnan nêzîkî demjimêrekî berdewam kiriye. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di encamê de hejmarek hêzên rejîmê hatine kuştin lê derbarê hejmara kuştiyan de amarekî zelal li ber dest nîne.”
PDKÎ ragihand ku di şer de ti zirarek negehiştiye pêşmergeyan û ji navçeyê vekişiyane.
Beriya niha jî li heman herêmê di navbera pêşmergeyên PDKÎ û hêzên îranî de şer derketibû. PDKÎ ragihandibû ku di wî şerî de jî çendîn pasdar hatine kuştin.
Rudaw
