Edhem Barzanî: Divê lêkolînên rijd li ser dahata Silêmaniyê were kirin
Edhem Barzanî ji malpera PSKê re ragehand: “Jibo em bersiva pirsên derbarê dahata Silêmaniyê bidin, lêkolînên rijd û bi hurgilî divên, jiber wek hemû alî dizanin ku, piştî komîteyek hate destnîşan kirin, hat belavkirin ku ew komîte ne yasayî ye û nikare pêdaçûnê li keysa dahatê Silêmaniyê bike, û komek tiştên nû hatin gotin, ev yek jî diyar dike ku, li ser dahatê Silêmaniyê nezelabûnek mezin heye û hin alî naxwazin bi zelalî dahatê Silêmaniyê were eşkere kirin.”
Edhem Barzanî eşkere jî kir: “Coreyekî nezelalî di dahatê Silêmaniyê de heye, dibe ku li navçeyek din jî nezelalî li ser dahat hebe û hemû babetên darayî yên hikûmetê pêwîstî zelaliyê ne, lêbelê li navçeyên din dahat jibo hikûmetê vegeriyan, min bi xwe jî bihîztiye ji berpirsên mezin ên hikûmetê ku eve demek dirêje dahatê vê navçeyê neketiya xezîna hikûmetê û heger dahat vegeriyabe jib o hikûmetê, bi rêjeyek herî kêm.”
Navborî amaje bi wê yekê jî kir: “Divê lêkolîneyên rijd li dahatê Silêmaniyê were kirin, ka çawa dahat tê xerckirin, li ku tê xerckirin û kî xercdike? Lêbelê ev mijar gelekî kompilêkse, lewma dibîni ku bi vê komîteya ku encûmena Parêzgeha Silêmaniyê ew pêkaniye hemû mijarên dahata Silêmaniyê were eşkerekirin.”
Berî demekê heftnameya Bas belavkiribû ku gendelî derbarê dahatê Silêmaniyê de ji aliyê YNKê ve heye, û dahata Silêmaiyê û Helebce jibo xezîneya hikûmetê nayê şandin.
Basnews
