Merkel: Em ligel Pêşmerge lêkolînê li ser avakirina herêmek aram jibo Êzidiyan dikin
Ajansa Reuters Ragehandiye ku, Angela Merkel di kongireyê xwendevanên kirîstiyanî domokrat k user bi prtiya wê ve ne ragehandiye ku, “Di civîna heftane ya encûmena wezîrên Almanya wê pêşniyarek pêşkêşkiirye jibo avakirina herêmek aram jibo Kurdên Êzidî ku jiber DAIŞê deverên bicih hiştin û koçberbûn jibo karibin vegerin ser axa xwe.”
Angela Merkel ragehandiye ku, ew dê jibo vê mijarê şêwirmendiyê ligel Kurdên Êzidî û PÊşmergeyên Kurdistanê bike, jibo ku karibin cihekî guncaw jibo Kurdên Êzidî destnîşan bikin û ew jî karibin bi aramî bijîn.
Kesayetiyên Şingalê û berpirsên wê çendîn caran bi fermaî daxwaz ji aliyên navxweyî û navdewletî kirine ku, Şingal bibe parêzgehek ser bi Herêma Kurditanê ve.
Basnews
