• Monday, 23 February 2026
logo

Merkel: Em ligel Pêşmerge lêkolînê li ser avakirina herêmek aram jibo Êzidiyan dikin

Gulan Media October 16, 2016 Nûçe
Merkel: Em ligel Pêşmerge lêkolînê li ser avakirina herêmek aram jibo Êzidiyan dikin
Şêwirmenda Almanya Angela Merkel ragehand ku, ew li ser pilanekê lêkolînê dikin ku herêmekî aram jibo Kurdên Êzidî avabikin, jibo vê mijarê jî divê ligel Pêşmerge gotûbêj werin kirin.

Ajansa Reuters Ragehandiye ku, Angela Merkel di kongireyê xwendevanên kirîstiyanî domokrat k user bi prtiya wê ve ne ragehandiye ku, “Di civîna heftane ya encûmena wezîrên Almanya wê pêşniyarek pêşkêşkiirye jibo avakirina herêmek aram jibo Kurdên Êzidî ku jiber DAIŞê deverên bicih hiştin û koçberbûn jibo karibin vegerin ser axa xwe.”

Angela Merkel ragehandiye ku, ew dê jibo vê mijarê şêwirmendiyê ligel Kurdên Êzidî û PÊşmergeyên Kurdistanê bike, jibo ku karibin cihekî guncaw jibo Kurdên Êzidî destnîşan bikin û ew jî karibin bi aramî bijîn.

Kesayetiyên Şingalê û berpirsên wê çendîn caran bi fermaî daxwaz ji aliyên navxweyî û navdewletî kirine ku, Şingal bibe parêzgehek ser bi Herêma Kurditanê ve.

Basnews
Top