Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Îtalya li Iraqê kir
Li hevdîtinê de Balyozê Îtalya li Iraqê Serok Barzanî ji hewlên welatê xwe ya ji bo yarmetîdan û meşq û rahênana Pêşmerge û her wiha parastin û nûjenkirina Bendava Musil ji aliyê şêwirmend û endazyarên Îtalya ve agahdar kir. Her wiha spasî hevkarî û hêsankariya lojistîkî ya Herêma Kurdistanê ya ji bo hêzên Îtalya kir. Ji bilî derbirîna nîgeraniya welatê xwe ya ji qonaxa piştî Da'îş û ji bo serkirdayetîkirina şerê dijî terorîstan û her wiha serdana serkeftiya Bexdayê destxweşiyê li Serok Barzanî kir.
Her li vê civînê de operasyona azadkirina Musil û rewşa siyasiya Iraq û navçeyê xistin ber behs û guftûgoyan û Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku li şerê terorîstan da pêwîste hemû aliyek ji navbirina terorê de take ajanda hebê.
