• Monday, 23 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Îtalya li Iraqê kir

Gulan Media October 15, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Îtalya li Iraqê kir
Roja şemî 15.10.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Marko Karnêlos Balyozê Îtalya li Iraq û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Îtalya li Iraqê Serok Barzanî ji hewlên welatê xwe ya ji bo yarmetîdan û meşq û rahênana Pêşmerge û her wiha parastin û nûjenkirina Bendava Musil ji aliyê şêwirmend û endazyarên Îtalya ve agahdar kir. Her wiha spasî hevkarî û hêsankariya lojistîkî ya Herêma Kurdistanê ya ji bo hêzên Îtalya kir. Ji bilî derbirîna nîgeraniya welatê xwe ya ji qonaxa piştî Da'îş û ji bo serkirdayetîkirina şerê dijî terorîstan û her wiha serdana serkeftiya Bexdayê destxweşiyê li Serok Barzanî kir.

Her li vê civînê de operasyona azadkirina Musil û rewşa siyasiya Iraq û navçeyê xistin ber behs û guftûgoyan û Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku li şerê terorîstan da pêwîste hemû aliyek ji navbirina terorê de take ajanda hebê.
Top