• Monday, 23 February 2026
logo

Ebadî ligel berpirsên parêzgeha Kerkûkê civiya

Gulan Media October 15, 2016 Nûçe
Ebadî ligel berpirsên parêzgeha Kerkûkê civiya
Buroya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dai daxuyaniyekê ragehand ku, duh 14 Cotmehê, civînek hevbeş di navbera Ebadî û berpirsên emnî û endamên Encûmena parêzgeha Kerkûk û serokê encûmenê birêveçû.

Di daxuyaniyê de hatiye: “Heyder Ebadî bi amadebûna endmên encûmena parêzgeha Kerkûk, parêzgar, serokê encûmenê û berpirsên leşkerî û emnî civînek pêkanî.”

Di daxuyaniyê de behsa hurgiliyên civînê nehatiye kirin, lêbelê berî niha hatibû ragehandin ku, Ebadî dê serdana bereyên şer li sînorê Kerkûkê bike.

basNews berî niha ragehandibû ku, Serokwezîrê Iraqê, Parêzgarê Kerkûkê Necemdîn Kerîm û berpirsên Pêşmerge dê behsa mijarên koçberên Ereb li Kerkûkê, şerê li dijî DAIŞê û azdkirina bajarokê Hewîca gotûbêj bikin.

Basnews
Top