Pêşmerge rê li Artêşa Iraqê girt!
Amadekariyên bo encamdana operasyona Mûsilê berdewam in û Artêşa Iraqê hêzên zêdetir û alavên giran ên leşkerî dişîne derdora Mûsilê.
Di wê çarçoveyê de, îro jî hêzeke Artêşa Iraqê dixwast, bi rêya sînorê navçeya Mexmûrê re û bi muhleta Hêza Pêşmerge derbasî derdora Mûsilê bibe, lê belê Hêzên Pêşmerge rê nedan ku ew hêz derbas bibe.
Parlamenterê Iraqê yê ser bi Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Şaxewan Ebdullah di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: Îro înê 14ê Cotmeha 2016 hêzeke Artêşa Iraqê dixwast ji Mêhwera Mexmûrê ve biçe nêzîkî Mûsilê û li wê derê bicih bibe, lê belê Hêza Pêşmerge li wê hêzê girt.
Şaxewan Ebdullah, ku Serokê Komîteya Parastinê li Parlamentoya Iraqê ye, derbarê sedema rêgirîkirina wê hêza iraqî ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve got: “Wê hêza iraqî çend alayên cuda yên tayifî bilind kiribûn. Pêşmerge daxwaz ji wan kir, ku tenê alaya Iraqê bilind bikin, lê belê wê hêza iraqî qebûl nekir, li hember de jî, Pêşmerge rê neda ku ew derbas bibin.”
Ebdullah herwiha got, bo vê mebestê Wezareta Parastina Iraqê pêwendî bi wî kiriye û niha ew mijûlê çêkirina hemahengiyê ne.
Ji aliyekê din ve, fermandeyekî Hêza Pêşmerge li Mêhwera Mexmûrê ji Rûdawê re got: “Ew hêza Artêşa Iraqê hinek ji wan xal û merc cîbicî nekiribûn, ku di navbera Hêza Pêşmerge, Artêşa Iraqê û hevpeymanan de rêkevtin li ser hatibû kirin, ji ber wê sedemê jî ew paş ve hatin vegerandin.”
Ew yek di demekê de ye, ku roja çarşemiya vê hefteyê 12ê Cotmeha 2016, karwanekê Artêşa Iraqê dema ku I navçeya Xebatê re derbas dibû, dest bi teqekirinê kiribûn û bibûne sedema çêbûna dilgiraniyê li cem hevwelatiyên Kurd ên wê navçeyê.
Bo operasyona Mûdilê, Amerîka, Herêma Kurdistan û Iraqê li hev kirine, ku tenê hêzên hevpeymanan, Artêşa Iraqê û hin hêzên iraqî û Hêzên Pêşmerge beşdarî di operasyonên de bikin.
rudaw
