Baskê bi bandor ê YNKê bi pêdagîre li ser pêkanîna civîna rêveberiyê
Endamê rêveberiya YNKê Raberî Seyîd Birayîm ji BasNewsê re ragehand, biryara hilweşandina civîna rêveberiya YNKê nehatiye dayîn, ji ber îro 15.10.2016ê wê saet 11:00ê berî nîvro civîn pêkbê.
Li gor gotinên wî rêveberê YNKê, civîn li binkeya polîtburoya YNKê wê pêkbê û rêjeya yasayî temam dike. Herwaha aşkera kir, ku hîn nizanin encamên gotûbêjên dû rojên borî, di navbera baskê bi bandor û navenda biryar YNKê de çi derdikeve? Ji ber wê jî nizanin ka wê endamên navenda biryar di civînê de beşdar bin ann na?
Berî naha buroya cîgirê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî, pêkanîna civînê wek derketina ji peyrewa navxwe ya YNKê pênase kir û herwaha wek ragehandina parçebûna YNKê destnîşan kiribû.
Basnews
