• Monday, 23 February 2026
logo

Amerîka: Peyvendiyên me li gel Barzanî pir başin

Gulan Media October 15, 2016 Nûçe
Amerîka: Peyvendiyên me li gel Barzanî pir başin
Gotûbêjê wezareta derve ya Amerîkayê ragehand, welatê wan xwedî peyvendiyekî pir başe li gel serokê Herêma Kurdistanê.

Gotûbêjê wezareta derve ya Amerîkayê Mark Toner di civînekî çapemeniya rojane de ragehand, di gelek pirsgirêkan de peyvendiyên rasterast em li gel berpirsên hikûmeta herêma Kurdistanê gotûbêj dikin.

Mark Toner amaje bi vê yekê jî kir, ku welatê wan xwedî peyvendiyekî pir başe li gel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî.

Gotûbêjê wezareta derve yê Amerîkayê herwaha ragehand, berpirsên payebilind ê Amerîkayê û Mesûd Barzanî gotûbêja plana rizgarkirina Mûsilê û hewandina sedan hezar penaberan kirine.

Basnews
Top