Bakûr – Li sê bajaran şer û teqîn
Îro danê sibê li ser rêya navbera navçeya Elbakê û bajarê Wanê, dema wesayîtên leşkerî yên artêşa Tirkiyê derbas dibûn, bombek teqiya. Di wê teqînê de herî kêm 8 serbaz birîndar bûn ku tê gotin rewşa dudiyan baş nîne.
Li nêzîkî qereqola Garê ya Şemzînanê jî teqînek mîna teqîna Elbaka Wanê qewimî. Di wê teqînê de jî 4 serbaz birîndar bûn.
Li aliyekî din, medyaya Tirkiyê ragihand ku li derdora bajarê Semsûrê jî şer di navbera hêzên Tirkiyê û PKKê de derketiye û heta niha jî didome. Derheqê wî şerî de heta niha ti agahiyek berfireh nehatiye bidestxistin.
Basnews
